Ji ber bahoza Megiyê lehî rabû û erd heziya.

Li gorî rayedarên herêmî li eyaleta Leyteyê herî kêm 22 kes ji ber hezîna erdê jiyana xwe ji dest dane û 27 kes jî winda bûne.

Li gorî Saziya Rêveberiya Bobeletan li eyaleta Negrosa Rojhilat 3 kes û li girava Mîndanaoyê jî 3 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Di heman demê de 17 hezar kes jî neçar man malên xwe biterikînin.

Beriya niha bi qasî çar meh berê jî tayfûna Raî li welat dabû û herî kêm 400 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Di sala 2013’an de jî ji ber tayfûna Haîyanê 7300 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û winda bûbûn.