Li Iraq û herêma Kurdistanê heftiyeke tofana tozê heye û bandorek nerênî li ser jiyana xelkê kiriye. Ji ber hîn tofana tozê dewam dike, balafirgeha Bexdayê seferên xwe ragirt û hate girtin.
Li Iraq û Herêma Kurdistanê ji 7’ê Nîsanê ve tofaneke tozê heye, ji ber tozê heya niha bi sedan kes serî li nexweşxaneyan dane.
Li Xurmatû ji ber tofana tozê 5 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Rayedar dibêjin, heya toz hebe divê kes ji malê dernekeve.