Gelek berhemên dîrokî yên mezopotamya, bi taybet ên Başûrê Kurdistanê li Muzexaneya Silêmaniyê tên parastin û reng didin bajêr.

Muzexaneya Silêmaniyê di 14’ê Tîrmeha sala 1961’an de hatiye avakirin. Berhemên dîrokî yên mezopotamya û bi taybet Başûrê Kurdistanê di nava xwe de digire. Berhemên dîrokî yên ji serdema Kevin heta heta serdema xelîfeyên Îslamê digre nava xwe. Dîrokekî berfireh a Kurdan diparêze.

Destpêkê Muzexaneya Silêmaniyê di avahiyekî biçûk de bû, ev avahî jî li Taxa Eqrarî, (Şoreş) a Silêmaniyê bû û di sala 1970’an ve veguhestin avahiyekî taybet a li Taxa Şêx Mihêdînê. Heta niha jî li wire. Bi awayekî giştî, nêzî 80 hezar parçeyên şûnwarî li vê muzexaneyê de ne ku dîroka wan digihe serdema kevir, serdema Navend, serdema nû û serdema xelîfeyên Îslamê.

Dema ku dikevî muzexaneyê, divê ji destê rastê ve dest bi temaşekirinê bikî, ji ber ku li gorî dem û serdeman yek li pey yekê hatine rêzkirin û diyarkirn. Ji serdema kevir destpê dike, heta serdema îslamiyet û serdema nû berdewam dike.
Berhemên di mûzexaneyê de, berhemên şûnwarî yên 500 deverên cuda ne. Li gorî demên dîrokî hatine komkirin û lêkolînkirin.

Berhemên di nava muzexaneyê de, bi giştî pêwîstiyên rojane yên mirovan ên wan serdeman in. Nîşan didin ka wê demê çawa pêwîstiyên xwe bi kevir û heriyê çêkirine. Herwiha gelek peykerên cuda yên paşa û xwedawendên wan serdeman tên nîşandan. Herwiha tim û cilûbergên leşkerî yên qonaxên cuda tên nîşandan.

Berhemê herî kevin ê li Muzexaneya Silêmaniyê, tevirekî ku dîroka wî digihe ji berî zayînê 100 hezar salan.

Tişta bal kêş ewe ku li vê muzexaneyê gorekî mîna bazina heye ku dîroka wê digihe hezar sal berî zayînê, li herêma Fayide ya ser bi parêzgeha Dihokê ya Başûrê Kurdistanê hatiye dîtin. Di gorê de cenazeyê jinekê heye. Li gorî nivîsa muzexaneyê ya li ser gorê, ew jin bi saxî hatiye binax kirin.

Herwiha li muzexaneyê gelek berhem hene ku sembolên mixî li ser hatine nivîsandin. Nivîsa mixî li ser tobloyên herî yan jî li ser kevir û kanzayan hatine kolandin. Nivîsa mixî ji berî 3 hezar sal li Mezopotamya hatiye bikaranîn.
Dibe ku li pişt her yek ji van parçeyên dîrokî yên li mûzexaneye Silêmaniyê çîrokek hebe. Ji jiyana rojane bigire, hate parastina kesayetî û paşayan, heta şer û pêşbaziyên cuda cuda.

Her yek ji van berhemên şûnwarî û dîrokî di encama lêkolînên demdirêj de ji aliyê tîmên derve û bi alîkariya pisporan hatine derxistin. Tiştî çend pêvajoyên lêkolînê, bûne beşek ji dîroka mezopotamya û Başûrê Kurdistanê. Li vê mûxezaneyê dîrok tê parastin. Salane, geştyar, lêkolînerên biyanî û navxweyî û xwendekar serdana Muzexanay Silêmaniyê dikin.