Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê polîsên eyaleta Rîversê ve hate kirin, teqîn êvara Înê dema ku operator û patron li hev diciviyan, li parzûngeheke qaçax rû da.

Li gorî medya xwecihî zêdeyî 100 kesî jiyana xwe ji dest dan. Rêxistina civakî YEAC’ê ragihand ku piraniya qurbaniyan bi şewatê jiyana xwe ji dest dane.

Nîjerya hilberînerê herî mezin ê petrolê yê Efrîkayê ye. Li başûrê welêt parzûngehên qaçax gelekî zêde ne. Li hemberî lûleyên petrolê jî gelek caran sabotaj têne kirin, yên ku petrola brut didizin jî piştre li bazara reş difiroşin.