Xeyrula têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka Iraqê li gel parlamenteran civiya.
Beriya civîna parlementoyê pêk bê, Wezîrê Derve yê Iraqê li gel serokên komên di nava parlementoyê re civiya.
‘5 KÊLOMETRE DIKARE BIKEVE NAVA XAKA IRAQÊ Û PIŞTÎ 72 SAETAN DIVÊ DERKEVE’
Di civîna parlamentoyê de Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Fuad Hisên axivî û ragihand di sala 1984’an de tenê lihevkirinek di navbera Tirkiye û Iraqê de heye û wiha axivî; “Ew lihevkirin jî ji aliyê Tariq Ezîz ve hatibû îmzekirin. Li gorî wê lihevkirinê Tirkiye ji bo parastina asayîşa xwe ya netewî, dikare tenê 5 kêlometre bikeve nava xaka Iraq. Lê divê beriya vê 72 saetan Hikumeta Iraqê agadar bike û piştî wê bi 72 saetan jî Tirkiye ji Iraqê derbikeve.”
Fuad Hisên destnîşan kir ku lihevkirina wê demê jî tenê ji bo salek hatiye pêkanîn û ti lihevkirinek din di navbera Iraq û Tirkiyeyê de nînin.