Hate gotin ku di êrîşa milîsên Janjaweed a li ser bajarokê Kreînîkê yê Darfûra Rojava de zêdeyî 200 sivîlan jiyana xwe ji dest daye.

Li gor agahiyên hatin bi destxistin milîsên ku bi 150 kamyonan ketin bajarokê bêyî ku ferqê bixin di navbera sivîl û hêzên leşkerî de, sivîl ji xwe re kirin armanc. Milîsan ku zêdeyî 200 sivîlan kuştin, mal şewitandin û heywan jî telef kirin.

Di daxuyaniya ku xebatkarê nexweşxaneya Kreînîkê Hub Eddîn Wadî dayî de, hate gotin ku niha gelek birîndar di nexweşxaneyê de hene û hêj jî dibe ku hejmara miriyan zêde bibe.

Di demên dawî de di navbera milîsên alîgirê hikûmeta herêma Darfûrê û serhildêran de şer dijwar bûye.