Êriş li bajarê Gondar ê herêma Amhara di dema merasîma cenaze yê oldarekî Misilman ê herêmî de pêk hat.
Şaredarê Gondar Zewdu Malede ji ajansa radyo û televizyonê ya Etiyopyayê EBC re axivî û tenê piştrast kir ku êrîş ji aliyê “çend tundrewan” ve hatiye kirin, lê ti daxuyanî nedaye ku ew ayîdê kîjan komê ne.
Li gorî daxuyaniyê, hem ji aliyê Mislimanan û hem jî ji Xiristiyanan ve “xisar li mal û milkên welatiyan çêbûye.”
Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Konseya Karûbarên Mislimanan a Herêma Amhara ve hat dayîn de hat ragihandin ku di 26’ê Nîsanê de li dijî Mislimanên ku li goristana Şêx Îlyas kom bûne “komkujiyek ji aliyê tundrewên xiristiyan ên çekdar ve hatiye kirin.”
Konseyê ragihand ku êrîş bi çekên otomotîk û bombeyên destan hatiye kirin û li gorî agahiyên di destê wan de di encama êrişê de 20 kes mirine. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku birîndar rakirine nexweşxaneyan û gelek tiştên ayîdê Mislimanan jî hatine talankirin.
Di mijara goristanê de di navbera Xirîstiyanên Ortodoks ên ku li Etiyopyayê xwedî nûnertiya herî zêde ne û piraniya wan li Amharayê dijîn û Misilmanan de nakokî hene. Tê diyarkirin dibe ku êrîş ji ber vê sedemê hatibe kirin.
Konseya Mislimanan jî got, “Tevî êrişên ku ji bo bi destxistina Goristana Şêx Îlyas berdewam dikin jî, lê ev der di dîrokê de her tim goristanek a Misilmanan bûye.”
Cihê definkirina oldarê misilman li ser sînorê di navbera mizgeft û dêra Ortodoks de ye. Tê îdîakirin ku vê yekê hin Xiristiyan aciz kirine.