Li gorî daxuyaniya Parastina Sivîlan a Haîtiyê di şerê di navbera 24 û 26’ê Nîsanê de 18 sivîl hatine kuştin. Di nav sivîlên hatine kuştin de malbatek heşt kesî, sê jin û sê zarok jî hene.

Li gor daxuyaniyê gelek sivîl ji cihê şer qewimî reviyane, nêzîkê 50 kesan jî xwe li qadeke bi çend sed metreyan dûrî xeta şer girtine.

Hat diyarkirin ku di serî de jin, zarokên keç û kur bi metirsiya şîdetê re rû bi rû ne.

Çeteyên ku demek dirêje li herêmên pir dezavantajî yên peravê Port-aû-Prînce’yê sînordar in, ji payîza 2020’an û şûnde li seranserê bajêr û welat kontrola gelek cihan bi dest xistine, mirovan pir dikujin û direvînin. Cihê herî dawî bûyer lê qewimiye, ji ber ku rêya bi tenê ya di navbera aliyê bakurê welat û paytexta Haîtîyê û Komara Domînîkê de ye ku mirov dikare hatin û çûnê bike, ji aliyê stratejik ve gelek giring e.