Li Kolombiyayê 10 leşkerên teqawît li pêşberî malbatên qurbaniyan li xwe mikur hatin ku di navbera salên 2007 û 2008’an de di kuştina zêdeyî 100 sivîlê de berpirsyariya wan heye.

Mikurhatin di rûniştina dîrokî ya Hiqûqa Aştiyê ya Taybet (JEP) de hate kirin ku li eyaleta Norte de Santander a ku komkujî lê hate kirin, pêk hat.

JEP sûcên şer ên nîv sedsalê mehkeme dike ku zêdeyî 9 milyon kes hatin kuştin, hatin revandin, hatin windakirin, seqet hatin hiştin û ji cih û warê wan hate kirin.

120 CIWAN QETIL KIRIN Û WEKE GERÎLA NÎŞAN DAN

Leşkerên teqawît ku hemû jî general, çar serheng, pênc leşker û sivîlek bûn, mikur hatin ku li bajarê Ocanayê yê ku nifûsa xwe 100 hezar kes e 120 ciwan revandin, bi rengekî bêrehm qetil kirin û piştre jî weke gerîla nîşan dan.

Rûniştina ji 2 rojan li Zanîngeha Ocanayê pêk hat. Derdora 50 malbat tevlî rûniştinê bûn. Dadger Catalîna Dîaz bang li leşkerên berê kir ku bi rengekî eşkere bersivê bidin pirsan û beriya her tiştî berpirsyariyên xwe li pêşberî malbatên mexdûr û welêt qebûl bikin.

DADGER: BÊCEZAHIŞTINA BI DEHAN SALAN BI DAWÎ DIBE

JEP ku ji pênc dadgeran pêk tê daxuyaniyek da û got, “Piştî bêdengî û tirsa bi salan, kêliya heqîqetê dawiya dawî bêcezahiştina bi dehan salan bi dawî kir.”

Yek ji leşkeran Nestor Gûtîerrez got, “Weke yek ji hevparê vî sûcê şer, berpirsyariya xwe nas dikim û qebûl dikim.”

Gûtîerrez bal kişand ser zexta fermandariya xwe ya ji bo ‘encamgirtinê’ û got, “Me mirovên bêguneh kuşt (…) Dixwazim destnîşan dikim; yên ku me ew kuşt gundiyên ji rêzê bûn.”

Ji bersûcan serheng Rûben Castro qebûl kir ku ‘çeteyeke sûc’ tenê ji bo ‘zêdekirina windahiyan’ hatibû avakirin.

Bersûcan yek bi yek qala komkujiyên ku kirin, şert û mercên hingî kirin û mikur hatin, ku kesên kuştine bi giranî gundî û ciwanên di navbera 25 û 35 salî de bûn. Leşkeran gotin ku wan kesên kuştin, destpêkê birin leşkergeheke li Ocanayê û piştre li wê der înfaz kirin.

POLÎTÎKAYA ARTÊŞÊ YA XWE DISPÊRE ‘HEJMARA KUŞTIYAN’

Dadger Dîaz diyar kir ku vê pratîkê hêz ji polîtîkaya artêşê ya xwe dispêre hejmara kuştiyan wergirt ku ji bo encamên têkoşîna li dijî gerîla binepixîne dihate kirin. Dadger destnîşan kir ku leşkeran di berdêla vî kiryarî de xelat wergirtin û payeya wan hate bilindkirin.

Li gorî JEP’ê di navbera salên 2002 û 2008’an de li welêt ji bo berjewendiyên madî yên artêşê nêzî 6.400 sivîl hatin înfazkirin. Heta niha nêzî bîst kesî berpirsyariya xwe ya têkildarî van sûcan qebûl kirin.

PEJ SALA 2016’AN DI ÇARÇOVEYA PEYMANÊ DE HATE AVAKIRIN

Dadgeha Taybet di çarçoveya peymana aştiyê ya dîrokî ya sala 2016’an de ava bû ku peyman di navbera Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) û dewletê de hate îmzekirin.

Li gorî peymanê, kesên ku li sûcên xwe mikur bên û tazmînatê bidin mexdûran wê karibin sûdê ji cezayên alternatîf ên girtîgehê werbigirin.

Meha Çileyê jî heyşt lîderên berê yên FARC’ê berpirsyariya xwe qebûl kiribûn û bi revandina 21.396 kesî hatibûn sûcdarkirin.

Tê payin ku biryara destpêkê ya dadgehê di nava sala 2022’an de bê dayin.