Li bajarê Mezar-i-Şerîf ê eyaleta Belxê li dijî du mînîbusan êrîşeke bombeyî pêk hat.

Polîsê parêzgehê ragihand ku di êrîşan de herî kêm 9 kesan jiyana xwe ji dest dane û 13 kes jî birîndar bûne.

Polîsan da zanîn ku rêwiyên Şîî bûne armanc.

Berdevkê polîsê parêzgeha Belxê Asîf Wezîrî ji AFP’ê re got: “Dijminên Efganistanê di navbera gelê me de alozî û dubendiyê çêdikin.”

Hefteyek beriya van teqînan, di êrîşa bombeyî ya li ser mizgefteke Şîeyan ya li Mezar-i- Şerîf de 12 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û bi dehan kes jî birîndar bibûn.