Di meha Sibatê de bi destpêkirina şerê Ukraynayê re dewletan dest bi kirîna çekan kirin. Serokwezîrê Elmanyayê Olaf Schûlz sê roj piştî destpêkirina şerê Ukraynayê ji bo modernîzekirina artêşê 100 milyar eûro amade kir.

Welatên wekî Polonya, Belçîka, Swêd û Danîmarkayê jî ji bo artêşan fon amade kirin û tê payîn ku DYE di warê mesrefên leşkerî de gelekî pêş e, lêçûnên xwe zêde bike.

Serokê DYE’yê Joe Bîden di dawiya meha Adarê de ji Kongreyê xwest ku di sala 2023’an de 813 milyar dolar bide karên parastinê. Li gorî sala berê 31 milyar dolar li vê lêçûnê zêde kirine.

Li gorî Enstîtıya Lêkolînên Aştiyê yên Navneteweyî ya Stockholmê (SIPRI) di navbera salên 2011 û 2020’an de lêçûnên leşkerî ji sedî 9,3 zêde bûye.

ÇEKÊN NÛ

Lêçûnên leşkerî li Asya û Okyanûsyayê jî zêde bû. Çînê di navbera salên 2011 û 2020’an de budçeya xwe ya leşkerî ji sedî 76 zêde kir. Çîn bûye welatê ku herî zêde keştiyên şer çêdike û di warê fuzeyên hîpersonîk de jî derket pêş.

Welatên wekî DYE, Hindistan, Japonya û Fransayê jî ji bo geşbûna leşkerî bername çêkirin. Di salên dawîn de dewletan berê xwe dane dronên xweser ên ji bo şer. Di heman demê de li ser hişê çêkirî yê ji bo leşkerî jî disekinin.