Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê, ji ber bayê bi tozê bi hezaran kes nexweş ketin û çûn nexweşxaneyan.

Hate ragihandin ku 4 hezar kes nexweş ketine.

Li Bexda, Necef û Silêmaniyeyê jî seferên balafiran bi demkî hatin betalkirin.

Ji ber tozê ji bo rojekê navber ji dibistanê re hatibû dayin.