Serokê Konseya Ewropayê Charles Michel ragihand ku di civîna rêveberên Ermenistan û Azerbaycanê de ku roja Yekşemê li Brukselê pêk hat, têkildarî Qerebaxê li ser ‘pêşvebirina nîqaşan’ a ji bo peymaneke aştiyê li hev kirine.

Michel îdîa kir ku Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan û Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev li Brukselê bi navbeynkariya Yekîtiya Ewropayê nîqaşeke ‘samîmî û berhemdar’ kirine.

Michel daxuyaniyek weşand û got, “Ji bo peymaneke aştiyê ya siberojê, ku têkiliyên navbera dewletan ên Ermenistan û Azerbaycanê diyar bike, biryar dane ku nîqaşan bi pêş ve bibin.”

Michel diyar kir ku danûstandin wê ‘hefteyên bê’ destpê bike û anî ziman ku herdu rêveberan bal kişandine ser girîngiya ‘ewlehî û mafên nifûsa Ermen a li Qerebaxê’.