Bi hezaran şêniyên bajarê Reqayê, şervan, fermandarên QSD`ê, hêzên Erka Xweparastin, siyasetmedar û rûspiyên eşîran beşdarî şahiya slavegera yekemîn a rizgarkirina bajarê Reqayê ku li stada El-Eswed tê lidarxistin, bûn.
Şahî bi toreneke leşkîr ji aliyê hezar û 500 şervanî destpê kir.
Stada ku şahî lê tê lidarxistin bi wêneyên şehîdan, ala QSD, Partiya Pêşerojê ya Sûriyê û MSD`ê hate xemilandin.
Hêjaye bi bîr xistinê ye ku bajarê Reqayê di 17`ê Cotmeha 2017`an de ji aliyê şervanên QSD`ê ve hate rizgarkirin.
Şahî dewam dike.