Ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îro li bajarê Marsîlyayê yê Fransayê, li bajarê Brukselê yê Belçîkayê û li bajarên Mannheîm û Dresdenê yê Elmanyayê çalakî hatin lidarxistin.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlyayê yê Fransayê bi pêşengiya Ciwanên Şoreşger tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin.

Di çalakiyê de posterên Ocalan û alayên PKK, YPG û YPJ’ê hatin hildan. Çalakvanan di guzergeha çalakiyê de gelek belavok belav kirin.

Çalakî li qada Vîeûx Portê bû mîtîng. Li vê derê li ser navê Kongreya Demokratîk a Gelan a Ewrûpayê Demîr Çelîk axivî.

BRUKSEL

Li bajarê Brukselê yê Belçîkayê bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewrûpayê û NAV-BEL’ê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîtîngek hate lidarxistin.

Mîtîng di saet 13.00’an de li pêşiya îstasyona trênê hate lidarxistin. Di mîtîngê de peyama TJKE û ya NAV-BEL’ê hate xwendin. Di peyaman de hate diyarkirin ku jin li hemberî êrîşên hêzên komploger wê li ber xwe bidin.

MANNHEÎM

Li bajarê Mannheîmê yê Elmanyayê Kurdan ji bo azadiya Ocalan meşeke dirêj li dar xistin. Ji 500’î zêdetir kes tevlî mîtîngê bûn û sloganên ‘Bijî Serok Apo’ hatin berzkirin û belavokên bi Elmanî hatin belavkirin.

DRESDEN

Li bajarê Dresdenê yê Elmanyayê jî ji bo azadiya Ocalan çalakiyek hate lidarxistin. Ji hezarî zêdetir kes tevlî çalakiyê bûn û bang li saziyên navneteweyî kirin ku bila tecrîda li ser Ocalan were rakirin.