Agirbest bi saya navbeynkariya Misrê şeva Yekşemê kete meriyetê.
Heta kêliya dawî ya destpêkirina agirbestê jî artêşa Îsraîlê bombardûmana li ser çeperên Cîhada Îslamî yên li Gazzeyê dewam kir.
Artêşa Îsraîlê ‘êrîşa bi roketan’ a ji Gazzeyê ji bo êrîşên xwe yên hewayî dike hincet.
Di daxuyaniya buroya Serokwezîr Yaîr Lapîd de hate piştrastkirin ku agirbest bi dema herêmê saet di 23:30’î de kete meriyetê.
Hikumeta Lapîd got, “mafê me heye ku bi rengê tund bersivê bide binpêkirinê.”
Cîhada Îslamî jî piştî ku agirbest kete meriyetê got, wê “dawî li dijminatiyê” bînin û diyar kir ku mafê wan ê bersivdana li êrîşan heye.
Li herêma ku di bin kontrola Hamasê de ye, li gorî Wezareta Tenduristiyê di êrîşên hewayî yên Îsraîlê de 9 jê zarok 17 Fîlîstînî hatin kuştin.
Ji roja Înê destpêkirina operasyona Îsraîlê û vir ve jî 15 jê zarok herî kêm 44 Fîlîstînî hatin kuştin, 360 jî birîndar bûn. Wezareta Tenduristiyê diyar kir ku di êrîşên hewayî de gelek avahî jî bi temamî hilweşiyane.
Tê ragihandin ku di êrîşên Îsraîlê de ji fermandarên Cîhada Îslamî Taysîr El Cebarî û Xalid Mansûr hatine kuştin.
Her wiha di operasyonên Îsraîlê de yên li Şerîa Rojava 40 kesên tê gotin endamên Cîhada Îslamî ne, hatin destgîrkirin.
Di Gulana 2021’ê de di şerê 11 rojan ê navbera Hamasê û Îsraîlê de 260 Fîlîstînî û 14 Îsraîlî hatibûn kuştin.