Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak a di girtîgeha Kocaeliyê de girtiye, bi nameyekê bersiv da kesên ku ji Ewrûpa name ji wê re şandine.
Nameya Kişanak wisa ye:
“Dostên hêja,
Ji bo hevgirtina we, ez spas dikim. Ji roja ku ez hatime girtin, we ez tenê nehiştime. Ez dixwazim diyar bikim, dema ku hûn name û kartan dişînin, ez û hevalên jin ên li vê derê em hêz û moral ji we distînin.
Em ji demeke dijwar derbas dibin. Hewl tê dayîn partiyeke ku 6 milyon deng stendiye, were tasfiyekirin. Dixwazin çavê civakê û yê jinan bitirsînin.
Em hemû gelekî baş bin. Hêviyên me yên ji bo azadî, demokrasî û aştiyê ji her rojê xurttir e. Xwedîlêderketina dostên me yên li her dera cîhanê ji bo me gelekî girîng e. Ez bawer im, em bi dostanî, hevgirtin û têkoşînê dikarin van rojên dijwar derbas bikin.
Ji 25’ê Cotmeha 2016’an û vir ve ez hatime girtin. Di şexsêmin de mafê gelê Amedê yê rêveberiyê hatiye xespkirin. Darizandina min hê didome. Lê heta niha ez nebirime tu rûniştinên dozê, lê ez ê israr bikim ku min bibin rûniştina li pêş me ya di Cotmehê de.
Ez hêvîdar im ev name bibe bersiva dostên ku name û kart ji min re şandine. Ez spas dikim û diyar dikim ku em ê karibin dahatû û cîhaneke baştir ava bikin.
Bi hêviya ku di rojên azad de, em werin ba hev.”