Li bajarê Hannover ê Elmanyayê û li bajarê Melboûrne yê Awûstûralyayê, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.

Li gelek deverên cîhanê roja Şemiyê ji bo Ocalan çalakî hatin kirin. Çalakiya li Hannoverê ji ber gara trenê dest pê kir. Piştî meşê Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Ciwan Çewlig û nûnera Kampanya Femînîst Ella B. axivîn.

Nêzî 800 kes tevlî meşê bûn. Çalakî li ber Haûptbahnhofê qediya.

Li bajarê Melboûrne yê Awûstralyayê jî bi heman armancê çalakiyek hate organîzekirin. Çalakî li ber Pirtûkxaneya Melboûrneyê pêk hat û tecrîd hate şermezarkirin. Kurdistaniyan her wiha nerazîbûn nîşanî bêdengiya hikumetên Ewropayê dan.