Fermandariya Operasyona Hevbeş a Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku li Bexda qedexeya derketina derve hatiye îlankirin.

Biryara hatî girtin hemû welatî û wesayîtan digire nav xwe û qedexe ji saet 15:00’an û şûnde dest pê kir.

Fermandariya Operasyona Hevbeş a Iraqê daxwaz ji xwepêşanderan kir ku zû bi zû ji nava Herêma Kesk derbikevin û wiha anî ziman: “Hêzên Ewlekariyê ji parastina dezgehên hikumetê, saziyên navnetewî, milkê giştî û taybet berpirsyar in. Pêwîst e nêzîkatiyên aştiyane li gel xwepêşanderan bikin.”

Piştî vekişîna Sedir a ji karên siyasî alîgirên Tevgera Sadr li Bexda dest bi xwepêşandanê kirin. 

Ji ber ku komek xwepêşander ketin Desteya Wezîran, Serokwezîr Mûstafa Kazimî civîna Desteya Wezîran betal kir.