Fîlmê Kobanê ku li ser berxwedana şerê Kobanê hatiye çêkirin, îro di salvegera şoreşger û sînemager Mazdek Ararat (Omer Bagci) ku di çêkirina fîlm de cih girtiye de hate weşandin.
Fîlmê Kobanê, bi derhêneriya Ozlem Yaşar ji aliyê Komîna Fîlm a Rojava û TEV-ÇAND’ê ve, li Kobanê hate çêkirin.
Tê payîn ku fîlm cara yekemîn, 20’ê Îlonê li Navenda Çand û Hûner ya Kobanê bê nîşandan.