Wekîla Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Nada Al-Nashîf têkildarî qetilkirina Jîna Emînî ya ku ji aliyê ‘Polîsên Exlaqê’ yê Îranê ve hate kuştin û çalakiyên şermezarkirinê daxuyanî weşand.
El Nashîf “fikarên” xwe anî ziman û got, “Mirina trajîk a Mahsa Amînî, îdîayên li ser êşkence û kiryarên xerab, bi taybetî eşkerekirina rastiyê divê tavilê bê lêkolîn û lêpirsîn.”
Berdevka Komîseriya Bilind Ravîna Shamdasanî jî diyar kir ku li gorî hin agahiyan di dema çalakiyan de 2 yan jî 5 kes hatine kuştin.
Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê ragihandibû ku li bajarên Rojhilatê Kurdistanê 5 kes hatine qetilkirin.
Shamdasanî diyar kir ku polîsan “fîşekê rastî” û gazên çavan dişewitîne bi kar anîne.