Li bajarê Izhevsk ê Rûsyayê bi çekan êrîşî dibistanekê hate kirin. Li gorî agahiyan di êrîşê de 13 kes mirine û 20 kes jî birîndar bûne. Hate diyarkirin 7 zarok û 6 kesên navsere di êrîşê de mirine.

Waliyê herêma Udmurtayê, Alexender Breçalov diyar kir ‘Gelek zarokan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne’.

Wezareta Karê Navxweyî ya Rûsyayê diyar kir êrîş li dijî dibistana nimreya 88’an hate kirin û piştî êrîşê, êrîşkar xwe jî kuştiye.