Xelkê Endonezyayê sibeha Yekşemê bi trajediyeke giran hişyar bû. Ji ber ku bi hezaran kes daketin qada fautbolê û hêzên dewletê bi bombeyên gazê dest li wan werdan, di îzdihamê de herî kêm 174 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Ev dram li bajarê Malangê yê li rojhilatê Girava Cavayê êvara Şemiyê di dema maçeke futbolê qewimî.
Di maçê de ku veguherî felaketekê, li gorî rayedaran 180 kes jî birîndar bûn. Rayedarekî nexweşxaneyê ji televîzyoneke xwecihî re axivî û got, yek ji kesên jiyana xwe ji dest dane zarokekî 5 salî ye.
Alîgirên tîma Arema FC piştî têkçûna bi encama 3-2 a li hemberî t^ma Persebaya Surabaya, li stadyûma Kanjûrûhanê daketin qadê. Arema FC piştî 20 salan yekemcar li hemberî hevrikê xwe yê mezin têk çû.
Li gorî rayedaran li stadyûmê 42 hezar kes hebûn. Derdora 3 hezar alîgirên bi hêrs piştî maçê daketin qadê. Rayedarên polîsan jî îdîa kirin ku piştî mirina du polîsan wan bombeyên gazê bi kar anîne.
Bi deh hezaran kes ketin bin lingan û gelekan jiyana xwe ji dest dan.
Serokkomarê Endonezyayê Joko Widodo ferman da ku prosedurên ewlekariyê yên maçên futbolê bêne nirxandin. Komeleya Futbolê ya Neteweyî jî xwest ku heta şert û mercên ewlekariyê bêne başkirin, maç hemû bêne rawestandin.