Li gorî anketa Datafolha ku roja Şemiyê hate weşandin, dibe ku namzetê çepgir Lûiz Inacio Lûla da Silva sedî 50 dengan li hemberî hevrikê xwe yê rastgirê tund Jaîr Bolsonaro bi dest bixe.
Heman anket nîşan dide ku Bolonaro ku bi polîtîkayên xwe yên li dijî jin û xweza dibe sedema nerazîbûnan, sedî 36 dengan bi dest bixe.
Li gorî anketa enstîtuya bi navê Ipec, Lula sedî 51, Bolsonari jî sedî 37 dengan bi dest bixe.
Li gorî encamên anketa wê bibe vegera Lula ku bi îdiaya gendeliyê 4 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. Lê ger hilbijartin ji bo tûra duyemîn taloq bibe, li ser vê yekê fikar hene ku dibe Bolsonara cardin hilbijera bikşîne aliyê xwe.
Serokê Partiya Karkeran Lula koalîsyonek ku ji 10 partiyan pêk tê ava kir.
Lûla baweriya xwe bi dengê jin, ciwan û çînên dezavantaj tîne.
Bolsonaro jî bi navê Partiya Lîberal pişta xwe bi civata evanjelîk, lobiyên bazirganiya çandiyê û alîgirên çekan, her wiha bi hin karsazan germ dike.
Brezîlyayî jî serokkomarê nû hêvî dikin ku bi xizantî, enflesyon, bêkarî û gendeliyê re ku bandorê li 30 mîlyon kesan dike, têbikoşe.
Lûla jî li dijî birçîbûnê “goşt” û li dijî faşîzmê soza “demokrasiyê” dide.