Dema ku 34 çiyagerên xwendekar û 7 perwerdekar ji lûtkeyê dadiketin jêr, aşît bi ser wan hat.

Heşt kes hatin rizgarkirin û yên din jî di nav qelîştekeke cemedê de asê man. Ji ber rewşa hewayî xebatên rizgarkirinê baş bi cih nehatin.

Xebatkarê rizgarkirinê Rîdhîm Aggarwal got “33 kes asê mabûn û hate teyîdkirin ku çar kesan jiyana xwe ji dest dane. Heşt kes hatin rizgarkirin û yên din jî di qelîştekê de asê mane.”