Çalakiyên protestoyî yên ji roja qetilkirina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî ji aliyê polîsên exlaq ve li Tehranê heta bi niha berdewam in.
Têkildarê mirina Nîka Şakramî ku gava xwepêşanê hat qetilkirin de jî dest bi lêpirsînê hat kirin.
Dozgerê Tehranê Alî Salehî, ji ber zêdehiya bertekan got: “Dadgeha Ceza ya Tehranê ji bo keşfkirina sedema mirina Nîka Şakramiyê dest bi lêpirsînê kir.’’
Salehî wiha jî got: “400 çalakgerên di dema çalakiyên protestoyî de hatin girtin, ‘bi şertê ku careke din nekin’ hatine berdan.”
Dozger gefa ‘’Li yên li dijî ewlehiya neteweyî tevbigerin’’ wê bi xweşbînî miemele neyê kirin, xwar.
Tevî qetlîamên hêzên dewletê çalakiyên protestoyî nasekinîn.
Li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê, xwendekarên zanîngehê yên jin, li dibistanan dest bi grevê kirin.
Xwendekarên jin, li dijî binpêkirina mafê azadiyê hîcab ji serê xwe kirin.
Li gelek bajaran, bi diruşma ‘’Jin, jiyan, azadî’’ çalakî hatin kirin. Şeva 4’ê Cotmehê di serî de bajarên Sine, Kirmanşan, Ilam û Ûrmiye, li bajarên din ên wek Dîwandere, Seqiz, Merîwan, Mehabad û Dêwlan ên Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanên protestoyî berdewam bûn. Hêzên dewletê, li dijî çalakgerên li gelek bajaran li ber xwe didin bi tundî tevgeriyan.
Li seranserê Îranê xwendekarên zanîngehan çalakiyên protestoyî kirin. Ji dîmenen li ser medyaya dîjîtal hatine parvekirin jî xuya ye.
Bi taybetî li Tehran, Şîraz, Meşhed, Esfahan, Reşîd, Tevrêz, Zencan û Yezîd ku bajarên mezin in jî çalakî bêyî navber berdewam in.
DI QETLÎAMA LI ZAHEDANÊ DE 63 KES HATIN QETILKIRIN
Li Sistan û Belûcistanê jî, bi taybetî Îniya çûyî, ji ber qetilkirina bi dehan kesan li Zahedana paytexta eyaletê rageşî zêde ye.
Li gor Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê (IHR) li Zahedanê herî kêm 63 hatine qetilkirin. IHR’ê got: ‘’Qetila li Zahedanê hatiye kirin sûc e li dijî mirovahiyê.’’
HERÎ KÊM 154 KES HATIN QETILKIRIN
Li gor bîlançoya nû IHR’ê weşand, li seranserê welat zarok jî di nav de herî kêm 154 kes hatine qetilkirin.
Li gor IHR’ê, li Sistanê, li Belûcistanê 63, li Mazandaranê 27, li Gilanê 12, li Rojavayê Ezerbeycanê 11, li eyaleta Kurdistanê 8, li Kirmanşanê 7, li Tehranê 6, li Elborzê 5, li Xorasan-Razaviyê 3, li Kohguliye û Bûyer Ahmedê 2, li Îsfahanê 2, li Zencanê 2, li Kazvînê 2, li Semnanê 1, li Îlamê 1, li Rojhilatê Ezerbeycanê 1 û li Bûşehrê kesek hatine qetilkirin.
Koma Micahidên Gel a mixelef a Îranî jî diyar kir ku çalakî li 31 eyaletan, li 170 bajaran belav bûne, 400 sivîl hatine qetilkirin û 20 hezar kes jî hatine destgîrkirin.