Dema dawî piştî vekişîna Sadir a ji Parlamentê û xwepêşandanên ketina herêma Kesk û avahiya Parlamentê vê carê Çarçoveya Hemahengî li gel PDK û YNK’ê hewl didin hikûmetê ava bikin. Di vê çarçoveyê de hevpeymaneke nû ya bi navê ‘Îdareya Dewletê’ ava bû ku ji PDK, YNK, Hevpeymaniya Serwerî, Çarçoveya Hemahengî, Tevgera Babîlûm û parlamenterên serbixwe pêk tê.

Di vê çarçoveyê de Çarçoveya Hemahengî hefteyek wext da PDK’ê û YNK’ê li ser namzetê Serokkomariyê li hev bikin û namzetek diyar bikin. Çarçoveya Hemahengî diyar kir ku eger li hev nekin wê li gorî seneryoya 2018’an li nava parlementê namzetê wê erkê diyar bikin û bixin dengdanê. 

Li aliyê din Çarçoveya Hemahengî ragihand ku namzetê wan ê ji bo Serokwezîrtiyê jî Mihemed Şiya Sedûn e.

Lîderê Tevgera Sadir Mûteda El Sadir jî diyar kiribû, bi şertê ku vekirî li ber çavê her kesî li gel Çarçoveya Hemahengî dikare bicive û li ser avakirina hikûmetê diyalogê bike. Lê Çarçoveya Hemahengî ev yek red kir û got, nabe aliyek siyasî bi şert li gel aliyên din bicive.

Di demekê de ku krîzên siyasî, civakî li Iraq û herêma Kurdistanê kûr dibin, Hikûmeta Başûr a bi pêşengtiya PDK’ê û Barzaniyan li ser karin xwestin dema kabîneya xwe dirêj bikin.

DEMA KABÎNEYA MESRÛR BARZANÎ JI BO SALEKÊ HATE DIRÊJKIRIN

Li aliyê din Parlamenta Herêma Kurdistanê îro ji bo dirêjkirina dema xwe ya karkirinê civiya. Li gorî yasayê dema Parlamenta Herêma Kurdistanê 4 sal e û di 6’ê Mijdara 2022’yan de bi dawî dibe. Îro bi dengê 80 parlamenteran dema xwe dirêj kir. Dema parlamentê heta 31’ê Kanûna 2023’yan hatiye dirêjkirin.

Komên Komela Dadgerî ya Kurdistanê, Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê û parlamenterên serbixwe tevlî civînê nebûn.

Koma Tevgera Nifşê Nû ya li Parlamenta Herêma Kurdistanê ragihand ku wê piştî 6’ê Mijdarê neçe parlamentê û mûçe nestîne.

LI SER NAMZET LIHEVKIRIN PÊK NEHATIYE

Heta niha YNK û PDK’ê li ser erka Serokkomariyê li hev nekiriye, her alî dixwazin bi namzetê xwe tevlî hilbijartina Serokkomariyê bibin. YNK bi Dr. Berhem Salih û PDK jî bi Rêber Ehmed ji bo erka Serokkomartiyê diyar kiriye.