Di rapora ji aliyê ICRC’ê ve hat weşandin de hat gotin ku li Kolombiyayê zêdebûna jidestdayîna jiyana xwe û birîndarbûna ji ber teqemeniyan, cihê mêtirsiyê ye.
Mexdûrekê teqemeniyan jî tev li civîna ragihandina raporê ji çapemeniyê re bû. Orlando Balcarcelê ji teqîneke sala 2000’î filitiye, got: ‘’Em teqemeniyan nabînin, lê dizanin ku li wê derê ne. Ev trawma ye, dijminekî nepen e.”
Li gor raporê ji sala 2018’an ta bi niha ji ber mayinên antî-personel, bombe û bermayiyên teqemeniyan 229 kesan jiyana xwe ji dest dane û hezar û 709 kes jî birîndar bûne.
Endama Komîteyê Ana Marîa Hernandez got “Me tespît kir ku bûyer kêm diqewinin lê pir kes jiyana xwe ji dest didin. “
Li welêt hêj jî tevgerên gerîlayî hene, ji lihevkirina li ser aştiyê ya tevgera gerîlayî FARC’ê ya sala 2016’an ta bi niha kirinên çeteyî zêde bûne.
Hernandez, da zanîn ku li hin herêmên welêt, girtina masiyan, nêçîr û çandinî hatine hatine kêmkirin.
Balcarcelê mexdûrê teqînekî ye got ku ew ji tirsan ne dikarin heywanan xwedî bikin ne jî bi çandiniyê re mijûl bibin.
Kolombiya ji wan welatan e ku ji ber teqîna mayin û teqemeniyan herî pir bi bandor bûye.