Parlamenterê mûhafezekar Penny Mordaûnt ku li hember Rîshî Sûnak binketina xwe qebûl kir û li ser hesabê xwe yê Twîtterê, piştgirî da wî û got: “Me serokwezîrê nû hilbijart.“

Rîshî Sûnak wê bikeve cihê Lîz Trûss ku 44 roj li ser peywîrê ma û piştre îstifa kir. Serokwezîrê berê Borîs Johnson roja Yekşemê ragihand ku ew ê ji ber parçebûna di nav partiyê de nebe namzed. Redkirina Johnson a berendamtiyê, rêya serkeftinê ya Rîshî Sûnak ê 42 salî vekir.

Sûnak vê werza Havînê, di hilbijartinên serokwezîriyê ya li hemberî Lîz Trûss de binketibû. Trûss piştî zêdebûna lêçûnên ku projeyên kêmbihabûna heqdestan, îstifa kir.

Sûnak ê ku eslê xwe Hindiye, bankerekî berê yê dewlemend e ku wê bibe yekem kesê nespî ku serokwezîriya hikûmeta Îngilistanê bike.