Şengaliyên ku serdana gundê Sîba Şêx Xidir kirin û şervanên YBŞ’ê banga vegera li gundê Sîba Şêx Xidir li xelkê gund ên niha di kampan de dijîn dikin û dibêjin, eger ew vegerin wê jiyan careke din li Sîba Şêx Xidir vegere.

Gundê Sîba Şêx Xidir ya Şengalê ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû dagirkirin û komkujî lê pêkanîbû, di 27’ê Gulana 2017’an de ji aliyê şervanên YBŞ’ê û hêzên Heşdî Şebî ve hatibû rizgarkirin, di 23’yê Cotmeha 2018’an de jî hêzên Heşdî Şebî parastina Sîba Şêx Xidir dewrê Rêveberiya Xweser a Şengalê û şervanên YBŞ’ê kirin. Niha gund ji aliyê şervanên Ezîdxanê ve tê parastin û rêveberiya xweser jî ji bo avadankirina van herêman, dest bi amadekariyan kirine.

Komek dayîkên Şengalê ku serdana gundê Sîba Şêx Xidir kirin, bang li xelkê gundê Sîba Şêx Xidir yên niha di kampan de dijîn kirin ku vegerin Sîbayê û careke din jiyana xwe li wir ava bikin. Şervanên YBŞ’ê ku parastina gund dikin jî diyar dikin ku ewê di her şert û mercekî de gelê xwe biparêzin.

Rîham Hesena ku serdana gund kir, bang li xelkê gund kir vegerin û wiha axivî, “Em gelek kêfxweşin ku gundên me dikevin, destê zarokên me yên Eezdîxanê YBŞ’ê de. Ez bang li gelê me yên di kampan de dijîn jî dikim ku vegerin ser axa xwe û careke din jiyanê li van gundan zindî bikin. Jiyan wê bi vegera we were Sîba Şêx Xidir.”

Şervanê YBŞ’ê Canpolat EEzidî ku niha parastina gund dike jî axivî û got, “Ev salek bû Sîba Şêx Xidir hatiye rizgarkirin, kes serdana vir nedikir. Lê piştî ku dewrê şervanên YBŞ’ê hate kirin şûnde gel tên serdana gund dikin, dayîkên me tên vir û kêfxweşiya xwe parve dikin.”

Canpolat her wiha dazanîn ku ewê weke şervanên YBŞ’ê ti carî gelê xwe bêhêvî nekin û dibin her şert û mercî de parastina wan bikin.