Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de derbarê çalakiyên gerîlayên azadiyê û êrişên artêşa tirk a dagirker de wiha tê gotin,

Di encama çalakiyên hêzên me de dagirkerek bi giranî hate birîndar kirin.

Artêşa tirk a dagirker jî qadên berxwedanê 9 caran bi bombeyên qedexe, 11 caran jî bi çekên kîmyewî bombe kir.

Herwiha qadên berxwedanê 9 caran bi balafirên şer, bi dehan caran jî bi obûs û çekên giran hatin bombekirin.

Berfirehiya çalakiyên hatine lidarxistin û êrişên artêşa tirk a dagirker pêkanîne wiha ye;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de, li Herêma Zapê;

30’ê Cotmehê dagirkerên li qada berxwedanê ya Çemco bi taktîka sûîkastên hatin hedefgirtin û dagirkerek bi giranî birîndar bû.

30’ê Cotmehê dagirkerên ku dixwestin ber bi çeperên şer ên Şehîd Doxan a li qada berxwedanê ya Sîda pêş bikevin, 4 caran bi çekên giran hatin hedefgirtin û derbkirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

29’ê Cotmehê dagirkerên li qada berxwedanê ya Girê Cûdî, ji aliyê tîmên me yên bi tevger bi çekên giran hatin hedefgirtin û derbkirin.

29’ê Cotmehê dagirkerên ku dixwestin çeperên şer ên Şehîd Çekdar a li qada berxwedanê ya Girê Cûdî bombe bikin, bi çekên ferdî hatin hedefgirtin û derbkirin.

Êrişên artêşa tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî pêkanîne wiha ne;

29’ê Cotmehê çeperên şer ên li Şehîd Yunus û Şehîd Çekdar ên li qada berxwedanê ya Girê Cûdî, 4 caran bi bombeyên qedexe hatin bombekirin.

29’ê Cotmehê çeperên şer ên li Şehîd Felat a li qada berxwedanê ya Sîda 5 caran bi bombeyên qedexe hatin bombekirin.

29’ê Cotmehê çeperên şer ên li Şehîd Bahoz a li qada berxwedanê ya Çemco 11 caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrişên artêşa tirk a dagirker pêkanîne wiha ne;

29’ê Cotmehê qadên berxwedanê yên Girê Bihar, Girê Cûdî û Girê FM, 9 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

29’ê Cotmehê qadên berxwedanê yên Çemco, Girê Cûdî, Girê FM û Girê Amêdiyê, bi dehan caran bi obûs û çekên giran hatin bombekirin.

29’ê Cotmehê artêşa tirk a dagirker hewlda çeperên şer ên li qada berxwedanê ya Karker bi kepçe û kepçeyên şikandinê hilweşîne.

29’ê Cotmehê çêkirina rê ya li qada berxwedanê ya Şehîd Fedakar a bi armanca dagirkeriyê, berdewam dike.