Li gor nûçeya ajansa Ria Novostî, qanûna seferberiya qismî ku di 21’ê Îlonê de dest pê kiribû û di 28’ê Cotmehê de bi awayekî fermî bidawî bû, hat guhertin.
Hat ragihandin ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn ji bo leşkerkirina welatiyên ku ji sûcên kuştin, dizî, talan û bazirganiya narkotîkê tên mehkûmkirin rêziknameyek îmze kiriye.
Hate diyarkirin ku rêzikname kesên ku ji ber zerar dayîna yekitiya zayendî ya zarokan û terorîzmê tên mehkûmkirin nagire nava xwe.
Şîrketa leşkerî ya paramîlîter a taybet Wagner, berê jî bi soza efûyê piştî 6 mehan a greve, li girtîgehan girtiyan kom dikir. Wagner yek ji berpirsê olîgark Evgueni Prigojin ye, ku bi nêzîkbûna xwe ya bi Vladîmîr Pûtîn re tê naskirin. Rûsya îdia dike ku ti têkiliyên wê yên fermî bi vê şîrketê re nîne.
Damezrênerê şirketê Dmitri Outkin paraşuterekî berê yê hêzên taybet ên Rûsiyê ye. Wagner bi awayekî aktîf paramîlîteran di pevçûnên li gelek deverên cîhanê de bikar tîne. Donbass, Efrîkaya Navîn û Malî hin ji herêmên ku Wagner lê aktîfe.