Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) têkildarî lûtkeya çaralî ya ku li Stenbolê pêk hatî, her wiha êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser gundên rojavayê Kobanê daxuyanî da.

Daxuyaniyê PYD‘ê wiha ye:

“Rayedarên dewleta Tirk her fêr bûne ku partiya me û Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi terorê tuhmetbar bike. Partiya me û Hêzên Sûriyeya Demokratîk heya niha li hemberî terorê û alîgên wê mertal in. Herî dawî di lûtkeya çaralî ya li Stenbolê pêk hatî bû. Erdogan ku di ferzkirina daxwazên li ser dewlatên di lûtkeya Stenbolê de beşdar bibûn binket, car din dest bi tewanên xwe yên ne cih de kir. Ev yek têra wê nekir, di roja duyemîn de jî bi tank û çekên xwe yên giran êrîşî gundên Bakurê Sûriyê kir.

Serokê Tirkiyê û alîgirên wê dema dibînin ti kes serî jê re netewî ne, bi alavên xwe yên terorîst êrîş dike, heger ne jî bersivîdayîna pêkhateyên Bakurê Sûriyê û sîstema wê ya parastinê baya Erdogan û rêxistinên wî yên terorîst mîna DAIŞ, El-Nusra û komên çekdar ên girêdayî El-Qaîde karibîna pilanên xwe ya neo- Osman li Sûriyê pêk anî ba. Li ser vê yekê Partiya me û sîstema parastina ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Erdogan û hevalbendên wê re bûye kabûs.

Em wekî Partiya Yekitiya Demokaratîk (PYD) tuhmetên Erdoganê ku bûye wekîl û girantorê hemû terorîstên li Sûriyê qebûl nakin. Her wiha em ji helwesta serokên beşdarî lûteyê bibûn matmayî mane ku li hemberî van tuhmetên ne di cih de bêdeng in. Em teqez dikin ku ne ji vê helwestê baya wê Erdogan cesaret nekiriba ku herêmên Bakurê Sûriyê topbaran kiriba. Her wiha em bang li her kesî dikin ku li gefên Tirkiyê serî netewîin û erka xwe ya çareserkirina aloziya Sûriyê pêk bînin, ku nûnerên rasteqîn ên gelê Sûriyê dûr nexin.”