Di daxuyaniyê Waliyê Eyaleta Cava ya Rojava Ridwan Kamîl de wiha hate gotin: “56 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 700 kes jî birîndar bûne.”

Erdheja vê Duşemê bi pileya 5.6 pêk hat. Li gorî medyaya herêmî di erdhejê de cihên kar, nexweşxaneyek û stargeheke Îslamî zirareke mezin dîtine.

Hate ragihandin li bajarê Cianjurê banê gelek avahiyan hilweşiyane. Yek ji berdevkê rêveberiya Cianjur ji AFP’ê re axivî û got: “Bi sedan û heta bi hezaran xanî xera bûne.”

Navenda erdhejê li nêzî bajarê Cianjur e.

Endonezya ku di nav Xeleka Agir a Pasîfîkê de cih digire, pir caran bi erdhej û teqînên volkanîk ên pêk tên, dikeve rojevê.

Sala 2018 ‘an li grava Sulawesî erdhejeke bi dijwariya 7,5 pileyî rû da û bû sedema tsûnamiyê, li bajarê Palu xist. Di encamê de 4 hezar û 300 kesan jiyana xwe ji dest dan an jî winda bûn.

Di sala 2006’an de li girava Cava erdhejek bi pileya 6,3 pêk hatibû û di encamê de 6 hezar kesan jiyana xwe ji dest dabûn û bi deh hezaran kes jî birîndar bûbûn.

Di sala 2005’an de erdheja bi pileya 8,7’an ku li peravên Sumatrayê pêk hatibû, zêdetirî 900 kesî jiyana xwe ji dest dabûn.