Li gorî polîsên Îsraîlê, li rawestgeheke otobusê ya Qûdsê di teqîna destpêkê de 12 kes birîndar bûn ku rewşa 2 ji wan giran bû. Piştre li rawestgeheke din teqînek çêbû û xisareke mezin li otobusekê bû. Li gorî tîmên alîkariya lezgîn di teqîna duyemîn de 3 kes birîndar bûn.
Hate ragihandin ku yek ji birîndaran jiyana xwe ji dest da. Polîsan teqîn weke ‘êrîşê’ pênase kirin.
Piştî êrîşên mehên Adar û Nîsanê, Îsraîlê zêdeyî 2 hezar carî ji hewayê ve bombe li Şerîa Rojava barand. Li gorî Neteweyên Yekbûyî di van êrîşan û şerê piştre de herî kêm 125 Fîlîstîniyan jiyana xwe ji dest dan.
HAMASÊ LI XWE NEGIRT, LÊ SILAV KIR
Hamas a ku li Şerîda Gazzeyê serwer e, bi daxuyaniyekê êrîşên li Qûdsê li xwe negirt, lê belê silav kir. Hamasê diyar kir ku êrîş ‘bedêla sûc û êrîşên’ Îsraîlê yên li hemberî gelê Fîlîstînê ye.