UNICEF’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku dixwaze sala 2023’yan bi zêdeyê 52,7 milyon zarokên li Rojhiata Navîn û Efrîkaya Bakur re bibe alîkar. Dîrektora Rojhilata Navîn û Efrîkaya Bakur a UNICEF’ê Adele Khodr wiha got: “Hema bibêjê nîvê welatên li herêmê di krîzê de ne û di bin bandora şer û pevçûnan de ne. Hêj jî yên herî bandor li wan dibe zarok in û pêdiviya wan bi alîkariyê gelek e.“
Khodr, îşaret bi rewşa malbatan xizan kir ku li gelek herêmên rû bi rûyê krîzan in.
Li gor UNICEF’ê pêdiviya 6,5 milyon zarokên Sûriyeyî bi alîkariyê heye. Li Yemena krîza mirovî ya herî giran lê ye, hema bibêje hemû zarok mihtacê alîkariyê ne. Krîza aborî ya giran ku li Libnanê xistiye û bêîstiqrariya li Sûdanê jî bûn sedem ku şertên jiyanê yên bi milyonan zarokan xera bibin.
UNICEF’ê da zanîn ku eger 2,6 milyar dolar alîkarî bê kirin, ew ê bikare bi zarokên ji pevçûn û krîzan bi bandor bûne re bibe alîkar. UNICEF’ê da xuyakirin ku pereyê bê berhevkirin, wê ji bo penaberên Sûriyeyî yên li Iraq, Urdun, Libnan, Filistîn, Sûdan, Sûriyeyê û zarokên li Yemenê bê bikaranîn.