Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku di êrîşa hêzên ewlekariyê ya li ser Girtîgeha Navendî ya Kerec de herî kêm girtiyek hatiye qetilkirin û zêdetirî 50 jî birîndar bûne.
Navendê destnîşan kir, ku ev nerazîbûn û xwepêşandana girtiyan a 17’ê Kanûnê ku piştî hêzên ewlekariyê yên girtîgehê xwestine cezayê darvekirinê ku li ser girtiyan hatibû ferzkirin pêk bînin û ji salona 4 a girtîgehê bibin hucreyên yek kesî, pêk hatiye.
Komeleyê ragihand ku girtiyan bi dirûşmên li dijî hikûmet ku li salona 4’an destpê kir, piştî vê girtiyên din jî piştgirî kirin. Hêzên ewlekariyê êrîş bire ser girtiyan û bi gaza rondik barînê dest bi mudaxeleya tund kirin û fîşek berdan girtiyan.
Navendê eşkere kir ku li gorî agahiyên girtî heta niha agahiya qetilkirina girtiyekê û birîndarkirina zêdetirî 50 kesî hatiye girtin.
Komeleyê destnîşan kir ku ji ber êrîşê gelek girtî bi giranî û ji çavê xwe birîndar bûne.
Komeleyê diyar kir ku piştî êrîşê gelek girtî birine hucreyên yek kesî.