Polîsên herêmî vê Çarşemê di daxuyaniya çapemeniyê de diyar kirin ku di pênc metre kûrahiyê de wan cenazeyê zarokeke keç derxistine.
Li dora bajarê Batang Kalî ya li dora Kûala Lûmpûr a ku paytext e, erd heziya.
Li vê qada kampê erd heziya. Li gorî rayedaran dema ku erd heziyaye nêzî 90 kes li qadê bûne.
Heta niha hate diyarkirin 8 jê zarok herî kêm 25 kesan jiyana xwe ji dest dane û 61 kes jî hatine rizgarkirin.