Li Nepalê balafireke rêwiyan a ku 72 kes tê de bûn kete xwarê. Balafira bi tîpa ATR 72, ku ji şîrketa Rêyên Hewayî yên yetî ya Katmandû bû, ji bajarê Katmandû bi hewa ket û berê xwe da bajarê Pokharayê. Balafir di dema xwedanînê de kete xwarê.

Reutersê ragihand ku heta niha cesedê 40 kesî hatine dîtin.

Berdevkê Rêyên Hewayî yên Yetî Sudarshan Bartaula anî ziman ku di balafirê de 72 kes hebûn ku çar jê personelên balafirê bûn. Bartaula ragihand ku di balafirê de 2 pitik û mirovên ji 1 welatên cuda hebûn. Her wiha diyar kir ku ew nizanin bê kes ji bûyerê filitî ye yan na.

Rayedarekî din ê balafirgehê jî diyar kir ku di balafirê de 5 kesên ji Hindistanê, 2 kesên ji Koreya Başûr, yekî Fransî, Awûstralyayî, Arjantînî û Îrlandayî hebûn.

Serokwezîrê Nepalê Pushpa Kamal Dahal bang li desteya wezîran kir ku bi lez bicive.