Saziya Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Neteweyî (BASARNAS) ragihand, balafira Rêyên Hewayî ya Lîon a bi tîpa Boeîng 737 MAX 8, gava ku ji paytext Cakartayê diçû bajarê Pangkal Pînang ê Girava Sûmatrayê, demeke kin piştî ku rabû kete xwarê.
Balafira ku li gorî dema herêmê saet 06:20’an bi hewa ket, saet 06:33’an ji radarê winda bû. Hate gotin, tîmên lêgerîn û rizgarkirinê ber bi herêma ku balafir lê ketiye xwarê hatine şandin.
Wezareta Ragihandinê ya Endonezyayê jî diyar kir, di balafirê de 181 rêwî û 7 personel bi giştî 188 kes hebûn.
Enqazê balafirê hate dîtin.