Di demeke wisa de ku rageşî bi Çînê re her ku diçe zêde dibe, li plajeke Taylandê bi balafirên şer, hovercraft û wesayîtên zirxî, bi hezaran leşker tev li tetbîqetê bûn. Di çarçoveya Cobra Goldê de ku tetbîqeteke leşkerî ya giring a Asyayê ye, bi nêzîkê 6 hezar leşkerên Emerîkayî re bi hevkarî tê kirin.

Ji DYE, Tayland, Sîngapûr, Endonezya, Malezya, Başûrê Koreyê û Japonyayê, ji roja Duşemiyê ta bi niha bi hezaran leşker ji bo çend tetbîqetan ku wê heta 10 Adarê berdewam bin, hatine ba hev. Bi tetbîqeta hevpar, armanc ew e ku têkiliya navbeyna welatan xurt bibe. DYE, ji ber reqabeta xwe ya bi Çînê re, dixwaze li vê herêmê bandora xwe zêde bike. 

Kaptanê Emerîkayî wiha got: ‘’Zimanên me yek bin jî bi têkiliyên hevpar em dixwazin ber bi herêma Hind-Pasîfîkê ve bi pêş ve biçin.’’

Serfermandarê Taylandî Chernchai Chomcherngpat, di daxuyaniyekê de ku da rojnamevanan, got: ‘’Ev operasyonên tevlîhev in, Giring e ku mirov bi hev re perwerde bibe.’’

Chocherngpat, her wiha got: ‘’Hevkariyeke me ya baş li herêmê heye. Rageşî hebe, mirov dikare çareser bike û li dijî rewşên nediyar têbikoşe.’’