Kompanyaya Bazarkirina Nefta Iraqê (SOMO) bi daxuyaniyekê ragihand ku hevdîtinên di navbera Bexda û Hewlêrê yên derbarê hinardekirina nefta Herêma Kurdistanê de dewam dikin û her du alî li ser hinek xalan lihevkirine.

SOMO got, “Wê di demek nêz de lihevkirina Bexda û Herêmê ya li ser nefta Herêma Kurdistanê were ragihandin. Di demek nêz de dibin çavdêriya kompanyayê û pîvanên kompanyaya SOMO’yê de dest bi hinardekirina nefta Herêma Kurdistanê were kirin.”

Rayedarekî hikûmeta Iraqê ji AFP’ê re axivî û peyman piştrast kir û diyar kir ku di destpêka hefteyê de hinardekirina nefta Başûrê Kurdistanê ber bi bendera Ceyhanê ve dest pê dike.

Rayedarekî Kurd yê nexwest navê xwe eşkere bike vê agahî piştrast kir. Rayedarê Bexdayê jî got: “Firotina petrola Kurdistanê ji niha û pê de dê bi rêya SOMO’yê were kirin.”

Li gorî gotina rayedar, “Lijneyeke hevbeş a ku ji aliyê hikûmeta Hewlêr û Bexdayê ve hatiye avakirin, dê çavdêriya hinartina petrola Kurdistanê bike.”

Rayedarê kurd diyar kir ku ew dahat dê li ser hesabekî di bin çavdêriya Bexdayê de bê şandin.

Ev peymana li ser kaxezê bi awayekî demkî dawî li nakokiyên di navbera aliyan de tîne.

Piştî ku Dadgeha Hakemê ya Navneteweyî ku navenda wê li Parîsê ye, peymana neftê ya Hewlêr-Enqerê neqanûnî dît, roja Şemiyê neçar ma ku hinartina petrolê ji bo Tirkiyê rawestîne.