Stoltenberg diyar kir ku roja Sêşemê piştî nîvro wê ala Fînlandiya li navenda NATO’yê ya li Brukselê bê daliqandin û got: “Bi rastî jî rojek dîrokî ye.”
Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg bilêv kir ku pêvajoya emdamtiyê ya Fînlandiyayê, “pêvajoya herî bi lez” a dîroka nêz a tifaqê ye.
Stoltenberg got: “Ez teqez pê bawer im ku wê Swêd jî bibe endam. Ji bo ku ev yek di demek herî kurt de pêk were, ji bo NATO’yê û ji bo min wezîfeyek e.”
Bi destpêkirina şerê Ûkraynayê re, her du welatan Gulana 2022’an daxwaz kiribûn ku tevlî NATO’yê bibin.