Li rojhilatê Kanadayê bahoza qeşayê rû da. Li gorî rayedaran, li welat nêzî 1,2 mîlyon malbat, ku 1,1 mîlyon li herêma Qebec in, bê ceyran mane. Ji ber giraniya qeşayê gelek dar şikestin û xetên ceyranê xisar dîtine.
Nîvê bajarê Montrealê bê ceyran ma, hemû dibistan jî hatin girtin. Kolan tijî darên şikestî bûne. Lampeyên trafîkê, bisîklet, wesayît û nebat bi qeşayê hatin pêçan. Rayedaran diyar kirin ku ziyan gelek mezin e.
Wezîrê Aborî û Enerjiyê yê Quebec Pierre Fitzgibbon got, “Montreal wêran bûye, lê di bin kontrolê de ye.”
Ji bo mirovên bê ceyran mane, navend hatin vekirin. Hate diyar kirin ku ji ber germahî daket sifirê, heta ceyran tê wê çend roj ev rewş bidome.
Qutbûn, ji 1998’an û vir ve ji bo Quebecê wekî qutbûna herî mezin hat hesibandin. Di 1998’an de, Quebec bi hefteyan di rewşek kaotik de bû.