Li Derya Spî ku bûye goristana herî mezin a koçber û penaberan, trajediyeke din qewimî.
Berdevkê dadgeha Safakesê ya li rojhilatê welêt ji Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) re axivî û diyar kir ku 2 keştî noqî binê avê bûn. Hate ragihandin ku di encamê de 27 kes mirin, yan jî winda bûn.
Li gorî şahidan di keştiyekê de 37 kes hebûn û roja Înê piştî nîvro noqî binê avê bû. Hate ragihandin ku tenê 17 kes ji vê keştiyê hatin rizgarkirin.
Keştiyeke din jî sibeha Şemiyê noqî binê avê bû û li plajeke li bakurê Safakesê 4 cenaze hatin dîtin. Hate ragihandin ku 3 kes jî winda bûn, 36 kes hatin rizgarkirin.
Rayedaran diyar kirin ku têkildarî herdu bûyeran lêpirsîn hatin destpêkirin.
Li peravên Tûnisê ji destpêka meha Adarê û vir ve heft keştî noqî binê avê bûn û herî kêm 100 koçber mirin, yan jî winda bûn.
Hin nuqteyên Tûnisê bi 150 kîlometreyî dûrî girava Lampedûsa ya Îtalyayê ne. Piraniya wan Efrîkî koçber bi giranî ji peravên Tûnisê hewl didin xwe bigihînin Ewropayê.
Li Tûnisê ku nifûsa xwe 12 milyon kes e, tê texmînkirin derdora 21 hezar koçberên ji Efrîkayê hene.