Li gorî biryara daîreyeke Dadgeha Pisporiyê ya Bilind a Neteweyî ya li Lîmayê, şefê îstîxbarata leşkerî Danîel Ûrrestî Elera ku yek ji fîgurên berê yên siyasî yê Perûyê bû, di kuştina rojnamevan Hûgo Bûstîos Saavedra de weke ‘kiryarê hevpar’ hate darizandin.

Di rûniştina dozê de ku Elera û malbata rojnamevanê hate kuştin lê amade bûn, cezayê girtîgehê yê 12 salan li rûyê Elera hate xwendin.

Dadgehê diyar kir ku li gorî delîlan nûçegihanê rojnameya heftane Caretas Ayacûcho li herêma Ayacûcho ji aliyê dewriyeyeke leşkerî ya bi kincê sivîl ve hate qetilkirin.

Li gorî dadgehê, Danîel Ûrrestî Elera parçeyek ji vê dewriyeyê bû. Di kuştina rojnamevan de destpêkê partiya komunîst Rêya Ronahî hatibû sûcdarkirin. Parêzerên Elera biryar birin temyîzê, lê belê tevî ku dozger daxwaza cezayê 25 salan xwest jî dadgehê 12 sal cezayê girtîgehê qebûl kir.

Danîel Ûrrestî li Perûyê di navbera salên 2013 û 2021’ê de weke kesayetekî siyasî li pêş bû. Wê demê Wezîrê Karên Hundir û parlamenter bû, her wiha ji bo Serokkomariyê jî bû namzet.

Li gorî Komîsyona Heqîqetê li Perûyê di şerê çekdarî de nêzî 70 hezar kes mirin.