Ji bo berdana nêzî 900 kesên ku di şerê li Yemenê de hatin girtin, operasyona ku di çavdêriya Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî (ICRC) de, roja Yekşemê temam bû. Hat gotin ku ev gavan e di çarçoveya muzakereyên di navbera Erebistana Siûdî û Hûsiyan ku Îran piştgiriyê dideyê, tedbîrek girîng a ewlehiyê ye.
Alîkarê Wezîrê Karên Derve ya Hûsiyan li ser Twîtterê daxuyanî da û da zanîn ku 104 Yemeniyên ku ji aliyê Sûûdî Erebistanê ve hatine girtin, ji dervey peymana sereke ya ku ji bo guhertia girtiyan hatî kirin wê weke yek alî werin berdan.
Di meha Adarê de di dema muzakereyên ku li Swîsreyê hatin kirin de, aliyan ji bo berdana 887 girtiyan û di meha Gulanê de ji bo li ser rewşa hin girtiyên di biaxivin, li hev kiribûn.
Balafirên ICRC’ê girtiyên ku sê rojan hatin berdan, hilgirtin şeş bajarên ku di navberan Erebistana Siûdî û Yemenê de.
Şerê li Yemenê ku bi deh hezaran kes lê jiyana xwe ji dest dane û bi milyonan kes jî lê birçî dimînin, weke şerek wekaletê ya di navbera Îran û Erebistana Siûdî de tê nirxandin.
Koalîsyona Ereb a bi pêşengiya Erebistana Siûdî, sala 2015’an tevlî şerê li Yemenê bûbû. Sala 2014’an Hûsiyan, hikûmeta li Sanayê û beşek mezin ê welêt bi dest xistibû.
Di meha Adarê de bi rêya Çînê, Îran û Erebistana Siûdî qebûl kir ku têkiliyên xwe yên dîplomatîk ku ji 2016’an ve qut in, jinûve tesîs bikin. Ev nêzîkatî ji bo pêvajoyek a aştiyê li Yemenê, hêviyek afirand.