Ji ber komkujiya li Namîbyayê, Herero û Namas ku xelkên xwecih ên herêmê ne, ji bo bibîranîna bi dehhezaran kesên xwe yên hatine qetikirin, wê dawiya vê hefteyê, li kampeke kevin a cihê lihevcivandinê bên ba hev.

Ji bo bibîranîna qurbaniyên komkujiyê, wê li Girava Sharkê kêlikên goran bên çikilandin.

Serokê Weqfa Komkujiyê ya Ovahereoyê Nandîûasora Mazeîngo ku ji bo neviyên qurbaniyan kampanyayan bi rê ve dibe, got: “Shark Island, ne bi tenê cihê lihevcivandinê bû, kampeke mirinê bû.“

Dîroknas, vê hovîtiyê wek komkujiya pêşîn a sedsala 20’emîn dibînin.

Shark Island ku şaneyên komkujiyê lê xuya ne, niha cihekê betlaneyê ye ku ji aliyê dewletê ve tê birêvebirin. Xizmên qurbaniyan bi vê rewşê xemgîn dibin.

Hikûmeta Elmanyayê, Gulana sala 2021’ê qebûl kir ku serdema mêtingeriyê, Herero û Namas li Namîbyayê qetil kirine.