Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Antony Blînken bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku di encama danûstandinên berfireh ên 48 saetan de artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn (HPL) qebûl kirin ku agirbestê li tevahiya welêt bixin meriyetê.

Hêzên Çekdar ên Sûdanê yên bi serkêşiya general Abdûl Fettah El Bûrhan ku piştî darbeyê bû rêveberê defakto yê welêt, li ser malpera xwe ya Facebookê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew li gorî agirbestê tevdigerin.

Hevrikê wî HPL ên bi serkêşiya general Mûhammed Hamdan Dalago jî ragihand ku ji bo ‘vekirina korîdora mirovî û guhertina cih a sivîlan hêsan bikin’ wan agirbest qebûl kirine.

Berdevkê Hêzên Guhertin û Azadiyê (HGA) ku li Sûdanê bloka sivîl temsîl dike Halîd Omar Yûsûf ji AFP’ê re axivî û ragihand ku ji ber agirbesta mirovî ew kêfxweş in û got, wê li ser rêbazên agirbesta mayinde diyalogê bidin destpêkirin.

Hate ragihandin ku DYE û hevalbendên wê ji bo agirbesteke mayinde danûstandinên avakirina ‘komîsyonê’ dewam dikin.

Di 15’ê Nîsanê de şer destpê kir. Bi taybetî li paytext Hartûmê teqîn, şerê çekdarî û êrîşên hewayî nesekinî. Bi hezaran sivîl neçar man ji paytextê birevin. Yên nekarîn birevin jî bê elektrîk, bê av û bê xwarin man.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî di şer de heta niha herî kêm 427 kes hatine kuştin, 3700 kes jî birîndar bûne.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres hişyarî da ku bûyerên tundiyê yên li vî welatê li rojhilatê Efrîkayê destpê kirine, dibe ku li tevahiya herêmê belav bibin.