Li gorî daxuyaniya rayedaran, li bajarê Allenê yê ku bi 40 kîlometreyî li bakurê Dallasê ye, li navendeke bazarê êrîşeke çekdarî hate kirin.
Berpirsyarê Arkujiyê yê Allenê Jonathan Boyd diyar kir ku li cihê bûyerê 7 cenaze hatine dîtin û 9 kes jî bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê. Boyd ragihand ku ji kesên birîndar 2 kes mirine. Hate ragihandin ku temenê qurbaniyan di navbera 5 û 61 salî de bûn. Polîsên xwecihî diyar kirin ku êrîşkar hatiye kuştin.
Li gorî malpera Vîolence Archîve îsal li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) zêdeyî 195 komkujî hatine kirin.